Piştî peymana 29`ê Çileyê û entegrekirina hêza leşkerî û saziyên rêxistinî mijara tevlîbûna YPJ`ê di nav artêşa Sûriyê de heta niha nehatiye pejirandin.
Jinên li Sûriyê nerazîbûna xwe nîşanî vê yekê dan.
Ji Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed têkildarî mijarê axivî.
Rûken Ehmed di destpêka axaftina xwe de anî ziman ku di dîrokê de jinên Kurd bûne pêşeng û wiha axivî:
“Yên ku li hemberî DAÎŞ’ê têkoşiyan û ew têk birin, jin bûn.
Jinan di warên diplomasî, siyasî û civakî de cihê xwe girtin û bûn pêşeng."
Rûken Ehmed: Jin ti carî axa xwe bernade
Rûken Ehmed piştre destnîşan kir ku jin girêdayî axa xwe û civaka xwe ne û wiha axivî:
"Em ti carî axa xwe bernadin. Di dîroka bi hezaran salan de jinan civak xwedî kiriye û parastiye."
Rûken Ehmed: Neqebûlkirina jinan avakirina civakeke ne demokratîk e
Her wiha Rûken Ehmed diyar kir ku yên dibêjin nabe jin di nava artêşê da cih bigirin, ew bi xwe desthilatdar in û wiha anî ziman:
“Neqebûlkirina jinan a di nava artêşê de, avakirina civakeke ne demokratîk û ne aştiyane ye jî."
Rûken Ehmed: Jin di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe digirin
Di heman çarçoveyê de Rûken Ehmed anî ziman ku dema civak ji artêşa xwe bitirse, ne pêkan e û wiha berdewam kir:
“Em ê bi hemû hêza xwe têbikoşin da ku jin di nava artêşa Sûriyê de cihê xwe bigirin."
Rêveberiya Bajarê Kobanê Rûken Ehmed di dawiya axaftina xwe de komkujiyên li perava Sûriyê û li Siwêdayê pêk hatine, bi bîr xistin û wiha bi dawî kir:
‘"Dema ku li perava Sûriyê û li Siwêdayê komkujî hatin kirin, êrîşkaran berî her tiştî berê xwe dan jinan.
Dema ku jin bibin parêzvan wê demê ti kes nikare êrîşî destkeftiyên civaka wan bike.”