Dadgehê cezaya laşî ya 74 qamçî, du sal qedexeya çalakiyên hunerî û du sal qedexeya derketina ji welêt li Parastû Ehmedî birî.
Parastû Ehmedî ku beriya niha bi 8 muzîkjenan beşdarî "Konsera Karavanserayê" bibû ji ber rêbazê xwekirina cilên wê hate cezakirin.
Li gorî biryara dadgehê ev hunermenda jin bi "bi hilberandin û weşandina naveroka ne exlaqî ku zirarê didin exlaqê giştî" hatin tawanbarkirin.
Doz piştî weşandina vîdyoya "Konsera Karavanserayê" di Kanûna 2024an de, ku Parastû Ehmedî bê hicaba mecbûrî performans pêşkêş kir, hate vekirin.
Piştî weşandina vîdyoyê, dozek qanûnî li dijî endamên bernameyê hate vekirin û cihê konserê hate mohrkirin.