Nilay Esmer a ku bi salan e rastî destdirêjiya bavê xwe hatiye: Ez edaletê dixwazim

Nîlay Esmer a ku ji 7 saliya xwe ve ji aliyê kiryar Erdogan Esmer ve bi destdirêjiya bavê xwe re rû bi rû ma, ji ber biryarên beraetê yên dadgehê di lêgerîna edaletê de rastî astengiyan tê. Têkildarî kiryar de, Nîlay Esmer ev got: “Ez edaletê dixwazim, ez dixwazim bêm dîtin."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Erdogan Esmer ê ku di sala 2022’yan de destdirêjî Nîlay Esmer kiribû, di 17’ê sibata 2022’yan de hatibû binçavkirin û girtin.

 

Doza li Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Amedê ku bi sûcê “Destdirêjiya Cinsî ya Sade” dest pê kir, bi du biryarên cuda bi dawî bû.

 

Dadgeha Cezayê Giran a 2’yemîn a Amedê biryar da ku Erdogan Esmer sûcê “destdirêjiya cinsî ya sade” kiriye û 13 sal, mehek û 15 roj cezayê girtîgehê lê birî.

 

Dadgehê ceza zêde kir, bi berçavgirtina ku sûc gelek caran li dijî jinê hatiye kirin û mexdûr keça sûcdar e û biryar da ku girtina kiriyar berdewam bike.

 

 

 

Îstînafê biryar rakir

 

 

 

Lê belê, Dadgeha Îstînafê ya Herêmî ku doz li ser îtîrazê nirxand, biryara dadgeha herêmî rakir.

 

Dadgeh gihîşt wê encamê ku delîlên têrker nînin ku sûcdariya kiryar îspat bikin û ew beraet kir. Bi vê biryarê, kiryar hate berdan.

 

 

 

Dadweriyê tecawiza sîstematîk paşguh kir

 

 

 

Piştî ku sûcdar hate beraetkirin, Nîlay Esmer ku di bin parastinê de bû, ji malbata xwe re eşkere kir ku destdirêjî ji 7 saliya wê ve ango ji sala 2014’an vir ve berdewam kiriye.

 

Piştî ku malbat bûyerê hîn bû, doz li dijî kiryar vekir.

 

Di sala 2024’an de, li Dadgeha Cezayê Giran a 6’emîn a Amedê doz li dijî sûcdar bi sûcê "Îstîsmara Zayendî ya Zarokekê" hate vekirin.

Biryara bi hincet a dozê di 14’ê çileya 2025’an de hat ragihandin.

 

Biryarê kiryar bi hinceta ku delîlên têr û teqez tune ne ku îspat bike ku wî sûc kiriye, beraet kir.

 

Li ser vê yekê malbatê dosya şand ji îstînafê re.

 

 

 

Biryara dadgeha herêmî guncav dît!

 

 

 

Daîreya Cezayê ya 7’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê ku îtîraz nirxand, biryar da ku biryara beraetê ya dadgeha herêmî li gorî prosedur û qanûnê ye.

 

Biryarê teqez kir ku delîl bi awayekî qanûnî hatine berhevkirin, nirxandin kêmasî nebûye û di biryarê de ti bêserûberiyeke qanûnî tune ye.

 

Piştî vê biryarê, malbatê doz şand ji Dadgeha Bilind û îtîraz kir û ev îtîraz hîn jî bi encam nebûye.

 

 

 

Dosyaya 3’yemîn 20 meh in tê sekinandin

 

 

 

Ji aliyê din ve, kiryarê ku ji ber gef û tundiyê hatiye darizandin, 6 sal, 3 meh û 25 roj cezayê girtîgehê lê hat birîn.

 

Di heman demê de doz 20 meh in li Daîreya Ceza ya 6’emîn a Dadgeha Îstînafê ya Herêma Amedê hîn tê sekinandin.

 

Nîlay Esmer behsa di tevahiya vê pêvajoyê de zehmetiyên 18 salan de jiyaye, kir.

 

 

 

‘Gef li min dixwar’

 

 

 

Nîlay Esmer diyar kir ku ji 7 saliya wê ve destdirêjî berdewam kiriye û got ku ji ber ku ew pir biçûk bûye û wê demê wê ev yek fêm nekiriye  û got:

 

“Min vê yekê nikaribû ji kesekê re bibêjim. Ji ber ku temenê min biçûk bû min fêm nedikir. Hîn diçûm pola yekemîn. Min digot qey ev hezkirina bavan e.

 

Dema ku ez bûm 11 salî min fêm kir ku ev ne hezkirin e, ev tiştekî dinê ye.

 

Dema ku min ew fêm kir û xwe paşve kişand, wî helwesta xwe ya tund li hember min nîşan dida."

 

 

Nîlay Esmer got ku dema ku wê hewl da vekişe rastî tundî û gefan hatiye û wiha domand:

 

“Dema ku ez ji êrîşên wî vekişiyam, dema ku min digot ez naxwazim, wî tundî li min dikir.

 

Wî gef li min dixwar. Min bi dayik, xwişk û birayên min ve gef dida xwarin. Ji ber gef û tirsê min nedikarî ji kesî re bêjim.”

 

 

 

"Her cihê ku ez diçûm ji bo min revînek bû"

 

 

 

Nîlay Esmer diyar kir ku ew ji bo lîseyê çûye Amedê û ji bo zanîngehê jî çûye Dêrsimê û got ku kiryar bi guhertina bajarên ku lê bû qet dev ji şopandina wê bernedaye û wiha pê de çû: 

 

“Her cihê ku ez diçûm ji bo min revînek bû, lê ew li pey min bû.”

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye