Polîsên gel dixapandin hatin girtin

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, polîsên bi navê E.K. û O.Ş., xelk bi hinceta ku doza di derbarê wan de hatiye vekirin, xapandine û perê ji wan girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li Bakurê Kurdistanê li navçeya Silopyayê ya Şirnexê, polîsên bi navê E.K. û O.Ş., bi rêya telefonê xwe gihandine gelek sivîlan û wiha gotine:

''Sicîlên we li dozgeriyê hene, heke hûn 5 hezar dolar bidin me, em ê siclên we betal bikin.''

Li ser vê bûyerê lêpirsîna polîsan hatiye destpêkirin û polîs hatine binçavkirin.

Piştî îfadeyên polîsan a li Fermandariya Cendirmeyan a Şirnexê ji aliyê dadgehê ve bi sûcdariya ku “xelk xapandine” her du polîs hatin girtin.

Hat zanîn ku piştî hatin girtin her du polîs birin Girtîgeha Tîpa T a Şirnexê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye