Yek ji xalên peymana 29'ê çileyê ya di navbera QSD û Hikûmeta Veguhêz de, diyarkirina nûnertiya Hesekê û Kobanê di Parlamentoya Sûriyê de bû.
Di vê çarçoveyê de, beriya niha li Hesekê, Kobanê û Şamê, hin hevdîtin hatin kirin.
Hejmara parlamenterên ku nûnertiya herêmê bikin, weke 10 kesan hatiye diyarkirin.
Piştî hevdîtinên dawî yên li Hesekê, Qamişlo, Dêrik û Kobanê, komîsyonên hilbijartinê hatin avakirin.
Hat ragihandin ku komîsyonên erkdarkirî wê serlêdanên ji bo namzetiyê qebûl bikin û piştî serlêdanan, wê di navbera namzetan de hilbijartinê bikin û nûnerên ku bên diyarkirin, dê li Şamê nûnertiya herêmê bikin.
Li ser temambûna dema serlêdanê û pêkhatina hilbijartinê, hîn daxuyaniyeke fermî nehatiye dayîn.