Li gorî agahiyên Rojnewsê dane, beriya demeke kurt fermandarê giştî yê Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) Mazlûm Ebdî û Nûnerê Taybet ê Amerîkayê li Sûriyê Tom Barrack gihaştin Hewlêrê.
Tê payîn ku her du alî di çarçoveya hewldanên dîplomatîk ên ji bo pêşîgirtina li pevçûneke berfireh a di navbera hêzên hikumeta demkî ya Sûriyê û QSD’ê de bicivin.