Li gorî daxuyaniya kanala NRT`ê ya nêzîkî Tevgera Nifşê Nû, ragihand ku ji aliyê çend kesan ve navenda sereke ya kanala wan ya li Sîteya Gundê Almanî ya li bajarê Silêmaniyê hate gulebarankirin.
Her wiha di daxuyaniya kanalê de hate gotin ku kesên kanala wan gulebaran kirine, di taksiyekê de bûn û piştî gulebaranê reviyane.
Hate zanîn ku heta niha nasnameya kesên çekdar eşkere nebûye, kanalê û Tevgera Nifşê Nû têkildarî êrîşî berê tiliya xwe nedaye ti aliyan.
Saziyên ewlekariyê têkildarî êrîşê heta niha ti daxuyanî nedane.