Şandeyeke Dem Partiyê serdana serokê CHP'Ê Ozgur Ozel kir

Şandeya DEM Partiyê bi serokê CHP'ê Ozgur Ozel re civiya û piştî serdanê her du aliyan daxuyaniyeke hevpar da. Hevserokê Giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan got: Xelasiya ji vê rewşê ew e, ku rêjîm demokrat bibe.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan û şandeya ku ji berdevka DEM Partiyê Ayşegul Dogan, serokwekîlê Koma DEM Partiyê Sezaî Temellî û cîgirê hevserokên giştî yê ji rêveberiyên herêmî berpirsyar Mehmet Rustu Tîryakî pêk dihatin, ji ber biryara ‘Betalkirina Teqez’ li meclisê serdana koma CHP'ê kirin.

Tuncer Bakirhan û şandeya pê re li koma CHP'ê bi serokê giştî yê CHP’ê Ozgur Ozel re ku ji peywirê hatibû dûrxistin, hevdîtin kirin. 

Di hevdîtinê de serokwekîlê koma CHP'ê Murat Emîr û cîgirê serokê giştî yê CHP'ê Sezgîn Tanrikulu cih girtin.

Piştî hevdîtinê şandeya DEM Partî û CHP'ê daxuyanî dan.

Destpêkê Ozgur Ozel axivî û anî ziman ku meclis niha ji navenda giştî ya CHP'ê re malovaniyê dike û wiha got:

“Em li vir kar û xebatên xwe jî didomînin. Me îro serdaneke pir binirx jî qebûl kir.

DEM Partî ku piştî CHP'ê li meclisê partiya herî zêde xwedî kursî ye, serdana me kir. Em spasiya wan dikin.”

Bakirhan: Xilasiya ji vê rewşê jî ew e ku rejîm demokrat bibe 

Hevserokê giştî yê DEM Partiyê Tuncer Bakirhan piştî hevdîtina bi serokê giştî Ozgur Ozel re, diyar kir ku ew destwerdana bi destê darazê rewa nabînin.

Tuncer Bakirhan hevdîtina bi CHPê re weke gaveke erênî girt dest û got:

"Bi biryara betalkirina teqez siyaseta Tirkiyê careke din di krîzê de ye.

Dîmenên duh ên ku bi darê zorê polîs ketin hundirê navenda giştî ya CHP'ê, şermeke mezin bûn.

Divê em xwedî li demokrasiyê derkevin. Sedema vê rewşê kêmbûna demokrasiyê ye.

Xilasiya ji vê rewşe jî ew e ku rêjîm demokrat bibe û hiqûq pêk were. Li cîhanê geşedanên girîng diqewimin.

Divê Tirkiye di vê pêvajoyê de enerjiya xwe ji bo krîzên siyasetê xerc neke û aştiya civakî mayînde bike."

Tuncer Bakirhan di axaftina xwe de bal kişand li ser destwerdanên ku li ser siyasetê tên kirin û axaftina xwe wiha bi dawî kir:

"Em hêvî dikin CHP di vê pêvajoyê de hevpariya xwe biparêze û bi awayekî serkeftî di nav xwe de çareser bikin.

Partiyek divê ne bi destê darazê, bi destê xwe û vîna xwe diyar bike. Em ti destwerdaneke derve rewa nabînin.

Em di wê baweriyê de ne ku CHP dikare vê pêvajoyê bi kongreyeke demokratîk derbas bike. Em careke din selametiyê dixwazin."

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye