Hejmarek gundên Başûrê Kurdistanê û Îraqê di pêşbirkeke cîhanê de ne

Hejmarek ji gundên Başûrê Kurdistanê û Îraqê, weke 100 gundên geştyariyê yên herî baş û xweş ên cîhanê beşdarî pêşbirka navdewletî bûn.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Berdevkê Desteya Geştyariyê ya Îraqê, Elî Yasîn, got ku komîteyên taybet ev salek e gundan li gorî 70 pîvanên berfireh ên Rêxistina Geştyariyê ya Cîhanî ya Neteweyên Yekbûyî dinirxînin.

Elî Yasîn diyar kir ku wan pîvanên weke pêşxistina hişmendiya jîngehê, parastina xwezayê, baldariya civaka herêmî ji bo hunerên destan, mîrat û folklor û şopandina prensîba domdariyê di bikaranîna çavkaniyan de bingeh girtine.

Gundên herî xweşik û bûne namzet jî, gundên li parêzgehên Helebçe, Hewlêr û Dihokê yên Başûrê Kurdistanê, deverên din ên Îraqê, gundên li parêzgeha Mûsilê û gundê Ebû Subatê yê li parêzgeha Zîqarê ne.

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye