Li Şemrexê 2 zarok di goleke avê de mirî hatin dîtin

Li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê li Bakurê Kurdistanê, termên 2 zarokên ku winda bûbûn di goleke avê de hatin dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Bûyer li navçeya Şemrexê ya Mêrdînê qewimî.

Malbata D.E.yê 9 salî û A.E.yê 7 salî yên ku li taxa Meşeliyê ya Şemrexê dijîn duh ji saet 16:30 yî ev agahî ji zarokên xwe wernegirtin û aliyên têkildar agahdar kirin.

Li ser vê yekê, tîmên cendirme, AFAD û tîmên tenduristiyê çûn herêmê û dest bi xebatên lêgerînê kirin.

Tîm di dema xebatan de li ber goleke avê ya li taxê rastî şopên lingan hatin.

Hat zanîn ku ji ber hewaya sar, parçeyeke qeşaya li ser rûyê golê şikestiye.

Tîmên binavê di golê de, termên her du zarokan dîtin.

Termên zarokan ji bo otopsiyê rakirin nexweşxaneyê.

Cenaze hatin derxistin û birin morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şemzînanê.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye