Têkoşer û siyasetmedarê Kurd Salih Muslim heya kêliya dawî ji jiyana xwe ji bo doza Kurdî xebat kir.
Salih Muslim li seranserî Kurdistanê bi navê Bavê Welat tê nasîn.
Salih Muslim hemû jiyana xwe di doza azadiya gelê Kurd de xerc kir.
Pêşengê siyasî yên Şoreşa Rojava û siyasetmedarê Kurd, di nexweşxaneyekî Hewlêrê ya Başûrê Kurdistanê ji ber têkçûna gûrçikan jiyana xwe ji dest da.
Ew demek ji ber nexweşiyê li Başûrê Kurdistanê bû dihat tedawî kirin.
Salih Muslim cara yekem di salên 1970'an de tevlî tevgera Kurd bû
Salih Muslim hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû.
Di 2012’yan de ji bo hevserokatiya PYD’ê tê hilbijartin û di 2015’an de jî careke din dibe hevserokê partiyê.
Bavê Welat cara yekem di salên 1970'an de tevlî tevgera Kurd bû dema ku li Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê endezyarî dixwend piştî bandora şerê berdewam ê Başûrê Kurdistanê li dijî hikûmeta Îraqê, ku têkçûna wê ew teşwîq kir ku aktîftir dibe.
Di sala 1998'an de tevlî Partiya Demokrat a Kurdistana Sûriyê (PDK-S) bû.
Ew di sala 2003'an de ji KDP-S veqetiya.
Pişt re Salih Muslim ji bo doza Kurdî û dengê kurdan li gelek welata geriya bû.
Muslim di sala 2003'an de tevlî Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) bû, bû endamê meclîsa rêveber û di sala 2010'an de wek serokê partiyê hate hilbijartin.
Di Îlona 2017'an de, kongreya 7'emîn a PYD'ê li Bakurê Sûriyê hate lidarxistin û tê de weke hevserok hate hilbijartin.
Gelek caran Salih Muslim ji ber siyaseta rêjîma Baas surgun bû
Salih Muslim di 20'ê hezîrana 2022'an de di kongreya 9'emîn a partiyê yekîtiya Demokratîk de li gel Asya Ebdullah dîsa wek hevseroka PYD'ê hate hilbijartin.
Gelek caran ji ber rêjîma bass ya têkçûyî ji Sûriyê sirgun bibû.
Piştî ku ew û hevjîna wî Ayşe Efendî li Sûriyê ketin zindanê, ew di sala 2010'an de çû kampa YNK'ê li Îraqê.
Salih Muslim di 2022'an de weke Hevserokê PYD'ê hate hilbijartin
Ew di Adara 2011 'an de vegeriya Qamişloyê.
Di bin serokatiya Muslim de, PYD bû partiya siyasî û aktorê sereke di avakirina Rêveberiya Xweser a Bakur û Rojhilatê Sûriyê de roleke xwe lîst.
Di Tîrmeha 2013'an de, di pêvajoya aştiyê ya Kurd û Tirkiyê de, ew hate vexwendin Stenbolê da ku bi hikûmeta Tirk re li ser pêşeroja Sûriyê danûstandinan bike.
Di Cotmeha 2014'an de sê caran ji bo danûstandinan çû û vegeriya Têkiliyên derve yên TEV-DEM'ê.
Muslim ji wê demê ve wekî berpirsê têkiliyên derve yê Tevgera Civaka Demokratîk (TEV-DEM) kar dike.
Salih Muslim li Kobanê ji malbateke Kurd ji dayîk bûye
Salih Muslim ji gundê Şêran ê Kobanê ye, 1951’ê de ji dayik bûye, ji malbateke welatparêz e, Muslim endazyarekî kîmyewî ye.
Piştî ku li Sûriyê perwerde dît, ji sala 1970'î heta sala 1977'an li Fakulteya Endezyariya Kîmyayê ya Zanîngeha Teknîkî ya Stenbolê xwendiye.
Her wiha piştî demeke kurt li Londonê, di navbera 1978 û 1990 de li Erebistana Siûdî xebitî û di sala 1993'an de li Helebê ofîsa endezyariyê vekir.
Bavê Welat bavê şoreşger û şehîdan e
Muslim bi zimanê Kurdî, Îngilîzî, Erebî û Tirkî dizanî bû.
Gelek caran bi beşdarî Tilvîzyonê bû ye bi zimanê Îngilîzî axivî ye.
Di 9'ê Cotmeha 2013'an de, bavê şoreşger û şehîd e. Kurê Salih Muslim Şervan Xebat, şervanê Yekîneyên Parastina Gel (YPG), li rojavayê Girê Spî di şerê li dijî DAIŞ ê de şehîd bibû.
Ew li bajarê Kobanê bi merasîmeke girseyî hate oxir kirin.
Ew bi navê kurê xwe yê şehîd dihat nasîn.
Bavê Welat ku barê welatekî wekî navê xwe rakiribû.
Rêwî û têkoşerê doza xwe ya Kurdî, Endamê Desteya Hevserokatiya Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) şehîd Salih Muslim di temenê 75 saliyê de li nexweşxaneyeke bajarê Hewlêrê yê Başûrê kurdistanê ji ber nexweşiyeke giran jiyana xwe ji dest da.
Çenazeya Bavê welat wê li Rojavayê Kurdistanê were veşartin.
Salih Muslim mîrateyek di siyaseta Kurdî de hîşt.