Talîbana Efxanî ragihand ku Artêşa Pakistanê herêmeke Efxanî ya nêzîkî sînor bombebaran kiriye û soz da ku ew ê bersivê bidin.
Li gorî rayedarekî tendirustiyê yê Efxanî, di êrîşa asmanî de jê 2 zarok 10 kes hatine kuştin û 12 kesên din jî birîndar bûn.
Ji aliyê din ve jî, berpirsekî ewlehiyê yê Pakistanê eşkere kir ku li eyaleta Wezîristanê êrîşeke xwekûjî li ser navendeke leşkerî ya hêzên Pakistanî pêk hat, herî kêm 7 leşker hatine kuştin û 13 leşkerên din jî birîndar bûn.
Agirbesta 48 demjimêran a di navbera her du welatan de, roja Înê, di danê êvarî de bi dawî bû.