Venezuela şaneyeke sûc a CIA’yê girt

Hikûmeta Venezuelayê ragihand ku wan şaneyeke sûc a ku tê îdîakirin ji aliyê Îstixbarata Navendî ya DYE’yê ve dihat fînansekirin, girtine.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rêveberiya Caracas îdîa kir ku koma navborî ji bo rewakirina êrîşeke DYE’yê ya li ser Venezuelayê, li Trinidad û Tobagoyê plan dikir ku êrîşî keştiya şer a DYE’yê ya bi navê USS Gravely bike.

Wezîrê Karên Derve yê Venezuelayê Gil diyar kir ku wan hikûmeta Trinidad û Tobago têkildarî operasyona ala sixte” agahdar kirine.

Di encama oparasyonede kesin hatine girtin leşkerên bi bi pere yen girêdayî îstixbarata DYE’yê ne.

Wezîrê Karên Hundir Diosdado Cabello ragihand ku di çarçoveya operasyonê de herî kêm 4 kes hatine girtin.

Serokê Dewleta Venezuela Nîcolas Maduro wan hemleyên leşkerî yên DYE’yê weke “şerê ji bo petrolê” pênase kir û ragihand ku peymanên gaza xwezayî yên bi Trinidad û Tobago re betal kirine.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye