Dewleta Tirk di sala 2018'an de Efrîn dagirkiriye. Ji wê demê ve heta roja îro cotkarên Efrînî ji berhevkirina berhemên xwe bê par hatine hiştin.
Hêzên Tirk bi hezaran darên zeytûnê desteserkirine û zeyta zeytûna jî ji bo firotinê ji Tirkiyeyê re vediguhêzin.
Îsal berhemên darên zeytûnan ji aliyê nîştecih, Komîteya Aborîyê a Hikumeta Vêguhêz û serçeteyên dewleta Tirk ve tên dizîn.
Derbarê vê diziyê de Rêxistina Mafên Mirovan ragihand ku komeke nîştecihan berhema zêdetirî 50 darên zeytûnê yên gundê Bîkê yê Efrînê dizî û şaxên daran jî şikandine.
"Berhemên zêdetirî 900 darên zeytûnan hatin dizîn"
Her wiha Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn dizîna bêtirî 900 darên zeytûnê yên gund û bajarên Efrînê belge kirin.
Ev dizî ji aliyê komên çeteyên girêdayî dewleta Tirk "berpirsên aboriyê" ve pêk tê.
Rêxistinê diyar kir ku li gundê Kurdo çeteyê bi navê Ebû El Iz ku serçeteyê Ceyş El Nuxbê ye berhemên 200 daran dizîne.
Li gundê Heftaro jî serçeteyekî yê Lîwa Siqûr El Şemal berhema 300 daran dizîne.
Li gundê Naza jî çeteyên bi navê Hesen Kûsa û Ebû Ewed ên "Ceyş El Nuxbe" berhema 110 daran dizîne.
"Komîteya aborî gefa destdanîna ser baxçeyan da cotkaran"
Rêxistinê diyar kir ku "Komîteya Aborî"yê ya bajare Şera ji cotkaran xwest ku belgeyên fermî yên ji bo baxçeyên xwe pêşkêş bikin, eger nekin wê komîte milkên wan desterser bike.
Hat destnîşan kirin ku ji bo rêdana berhevkirina bermehê, komîteyê şahid û muxtar ji bo tesbîtkirina belgeyan erkdar kiribûn, lê tevî wê jî gefa destdanîna ser baxçeyan da cotkaran.
" Dizî bi biryarên aborî yên sexte tê rewa kirin"
Rêxistinê da zanîn ku talankirina milkên şêniyan di bin siya rêveberiya Tirkiyê de tê kirin.
Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn dewleta Tirk berpirsiyarê van binpêkirinan dît û da zanîn ku "Tiştê li dijî cotkaran tê kirin, bi çekê tê kirin û bi biryarên aborî yên sexte tên rewakirin."