Di konferansê de Serokwezîrê Demkî yê Îraqê Mihemed Şiya Sûdanî û nûnerên gelek welatên cîhanê amadbûn.
Li gorî daxuyaniya ku Ofîsa Serokwezîrtiya Îraqê belav kiriye wê konferans du rojan dewam bike.
Her wiha li gorî daxuyaniyê wê nûnerên 12 welatan têde amadebibin.
Li gorî gotina çavdêran tevî ku hikûmeta Îraqê gelek tedbîran ji bo pêşîlêgirtin bikaranîna madeyên hişber digre, lê cardin li Îraqê bi rêjeyek zêde madeyên hişber tê bikartînin.