Li Amed û Dêrsimê 2 jin hatine qetilkirin

Di 15'ê Nîsanê de li taxa Selahattîn Eyyûbî, Zubeyîr Ateş ê 72 salî Kerîma Ateş a 58 salî a ku ji wî cihê bû, qetil kir. Her wiha li pira Şîn a ku li navenda Dêrsimê ye, di Ava Mûnzûrê de jî cenazeyê jinekê ku temenê wê 45 salî ye hat dîtin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Her wiha keça wan H.A. ya 37 salî jî bi giranî birîndar bû.

Hat ragihandin ku ji ber sedemeke nayê zanîn, Zubeyîr Ateş bi çekê êrîşî wan kiribû.

Keça wan rakirin nexweşxaneyê û tê gotin ku rewşa wê ya tenduristî giran e.

Zubeyîr Ateş piştî êrîşê ji aliyê polîsan ve hat binçavkirin.

Her wiha nasnameya jina ku di bin şert û mercên gumanbar de li Çemê Mûnzûrê yê li nêzî pira Şîn a Dêrsimê mirî hatibû dîtin, hat tespîtkirin ku navê wê Sultan Oz e.

Gelek komên polîs û tenduristiyê berê xwe dan cihê bûyerê.

Piştî lêkolîna cihê bûyerê, cenazeyê wê dê ji bo otopsiyê ji cenazexaneya Nexweşxaneya Dewletê ya Dêrsimê re were şandin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye