Berdevka Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan Ayşegul Dogan, têkildarî civîna Lijneya Rêveberiya Navendî ya DEM Partiyê û geşedanên di rojevê de,li navenda giştî ya partiyê civîneke çapemeniyê li dar xist.
Ayşegul Dogan di derbarê pêvajoya Aştî û civaka Demokartîk de wiha got:
"Ji ber ku gav dereng tên avêtin, nîqaşên xetimîna pêvajoyê hene.
Lê ji bo pêşveçûna pêvajoyê divê em hemû bi hev re têbikoşin.
Pêwîst e gav zûtir bên avêtin.
Banga birêz Abdullah Ocalan pir girîng bû, me gelek caran jî girîngiya avêtina gavan ji aliyê qanûnî ve destnîşan kir."

Çîgdem kiliçgun Ûçar: Li Tirkiyê pêvajo nayê nîqaşkirin
Hevseroka Giştî ya DBP'ê Çîgdem Kiliçgun Ûçar di kongreya MED TUHAD-FED'ê de axivî û ev tişt got:
"Kêliya ku statuya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan were naskirin, wê kilîtên hemû girtîgehan werin vekirin."
Çîgdem Kiliçgun Ûçar got ku girtîgeh ji bo cezakirina gelê Kurd hatine avakirin, lê tevî vê yekê jî gelê Kurd têkoşîneke mezin kiriye û bi ser ketiye.
Hevseroka Giştî ya DBP'ê bal kişand ser Pêvajoya Aştî û Civaka Demokratîk û wiha lê zêde kir:
"Gelê Kurd û Birêz Ocalan, hem bi têgehên xwe û hem jî bi têkoşîna xwe, dîroka sed salî berovajî kiriye.
Li her derê pêvajoya aştî û civaka demokratîk tê nîqaşkirin, lê li Tirkiyê nayê nîqaşkirin.
Heya ku dewlet çavên xwe digire û lal dibe, pêşvebirina vê pêvajoyê ji me re dimîne. "
Çîgdem Kiliçgun Ûçar di dawiyê de tekez kir ku kilîta Îmraliyê wê deriyê aştiyê veke.