Serokkomarê Ukraynayê Vîladîmîr Zelenskî ragihand ku şandeyeke Ukraynayê bi serokatiya Wezîrê Parastinê Rustem Umerov dê îro duşemê li Stenbolê be, da ku danûstandinan bi Rûsyayê re bike û di heman demê de, şandeyeke Rûs jî ji bo beşdarî rûniştinê bibe berê xwe da Stenbolê.
Berî gera duyem ya danûstandinan di navbera Mosko û Kîev de li Stenbol pêşve biçin, Kîevê êrîşeke bi dronan li dijî baregehên hewayî yên Rûsyayê pêk anî û di encamê de zêdetirî 40 bombeavêjên stratejîk jî hene, hatin rûxandin.
Serokkomarê Ukraynayê Vîladîmîr Zelenskî, anî ziman ku xala sereke ya Ukraynayê ewe 'agirbesteke bê şert û merc pêk bê û girtî serbest bên berdan.
Hêzên Rûsî li devera Sumy ya Ukrayna pêşve diçin û wezareta berevanîya Rûsyayê ragihand ku wan bajarokê Alkeyevka li Sumy kontrol kir.
Rustem Eliko