Lezgin

Piştî 25 salan Van Spor derket Lîga Dabaşa Yekem

reset font size increase font size

Lîga Dabaşa duyem duh gihêşt dawiyê, Maça fînal ya di navbera Van Spor û Batman Petrol Spor de, bi awayekî gelek xweş derbas bû û di encamê de Van Spor derket Lîga Dabaşa Yekem.

Duh saet 20.00 li Stadyuma RHG Enerturk Enerjiyê ya Qeyseriyê de, maça fînal dest pêkir.

Gelek parlementer û şaredarên ji herdû bajaran, Wezîrê Xezîne û Maliyeyê a Tirkiyê Mehmet Şîmşek ê ji Êlihê û Alîkarê Serokê Giştî yê AKP'ê Mûstafa Elîtaş li stadyumê amade bûn û maç şopandin.

Ew maçeke gelekî zehmet bû û bi fersendên xeternak destpê kir. Her du klûban lîstokek xweş pêşkêş kirin. Gelek fersend di beşa yekem û duyem de hebûn, lê her du Klûban nikarîn tu gol bihanîna û bi wî awayî dema maçê ya asîl bi dawî bû.Maç bi ber demên zêde ve çû lê dîsa bi dawî nebû.

Di dawiyê de, bi riya penaltî û bi encama 4-5 an klûba Van Spor serkeftin bidest xist û derket dabaşa yekem.

Endamên komîteya TFF'ê Murat Şahîn û Bîlal Arslan, kûpa û madalya pêşkêşî klûba futbolê ya Van Sporê kirin.

Egîd Xelîl

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24