Amedspor dixwaze alîgirên xwe diyar bike

Amedspor ji bo ku piştgiriya alîgirên xwe diyar bike, kampanyaya SMS a bi navnîşana em çend kes in da destpêkirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Di çarçoveya kampanyayê de, alîgir dikarin ji hemû operatorên GSM’ê peyva "AMEDSPOR" binivîsin û ji 2139'an re bişînin.

Taximê Amedspor di Lîga Yekemîn a Trendyolê de dilîze.

Bi vî awayî ew arin piştgiriyê bidin Taximê xwe.

Amedsporê di daxuyaniya xwe de da zanîn ku her SMS a ku bê şandin dê hem alîkariya madî bide kulubê û hem jî dê piştgiriya xurt a civaka mezin a Amedsporê derxe holê.

Amedsporê diyar kir ku ew bawer dikin dê alîgir eleqeyeke mezin nîşanî vê kampanyayê bidin.

Bersiva pirsa em çend kes in dê, careke din piştrast bike ku em bi têkoşîna xwe ya li qadê û coşa xwe ya li Trîbunan malbateke çiqasî mezin dikin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye