Osasuna roja Şemiyê di gera 25'emîn a La Lîga ya Spanyayê de serkeftineke ecêb bi encama 2-1 li hemberî Real Madrîd bi dest xist.
Maçê bi kelecan ji hêla her du taximan ve dest pê kir, lê Osasuna di xuleka 38'an de bi penaltiyeke ku ji hêla lîstikvan Ante Budimir ve gola destpêkê bi dest xist û Real Madrîd matmayî kir.
Di deqeya 73'emîn de, Vinicius Junior ji bo Real Madrîd gola wekheviyê anî.
Beriya ku maç biqede di deqeya 90’î de, Raúl García bi performanseke xurt gola serkeftinê ji bo Osasunayê bi dest xist.
Bi vê serkeftinê, Osasuna bi 33 xalan derket rêza nehan, di heman demê de pêşengê lîga Real Madrîd piştî têkçûna xwe ya sêyemîn a sezonê li ser 60 xalan ma.
Atlético Madrid mazûvanê xwe espanyol bi encama 4-2 têk bir
Di maçeke din a La Ligayê de, Atletico Madrîd serkeftinek bi encama 4-2 li hemberî Espanyolê misoger kir.
Lîstikvanê taxima Espanyol Geoffrey Carreras di xuleka 6'an de taxima xwe bi pêş xist .
Lê lîstikvanê taxima Atletico Madrîd Alexander Sørloth di xuleka 21'an de skorê kir wekhev.
Giovanni Simeone di xuleka 49'an de gola 2'emîn ji bo Atlético Madrîd avêt.
Di xuleka 58'an de jî hevkarê wî Lokman gola sêyemîn ji bo tîma malê zêde kir.
Sørloth di xuleka 72'an de vegeriya û gola 4'emîn a Atlético Madrîd tomar kir.
Her çiqas di xuleka 80'î de Edu Expósito gola 2'emîn ji bo taxima xwe tomar kiribe jî nekarî taxima xwe ji têkçûnê rizgar bike.
Ji bilî van maçan 2 maçên din jî hatin lîstin ew jî wiha ne
Maçên ku hatin lîstin, encamên wan wiha ne
Real Sociedad - Real Oviedo: 3 - 3
Real Betis - Rayo Vallecano: 1 - 1