Wezareta Tenduristiyê ya Yemenê eşkere kir ku di encama êrîşên asmanî yên Îsraîlê li ser Sanayê de, 6 kesan jiyana xwe ji dest da û 86 kesên din jî birîndar bûne.
Artêşa Îsraîlê jî ragihand ku hêzên wan li paytexta Yemenê Sana, li çend cihên girîng ên di bin kontrola Hûsiyan de dane, weke navendên elektrîkê, depoyeke sotemeniyê û derdora qesra serokatiyê.
Serokwezîrê Îsraîlê Benjamin Netanyahu, piştî êrîşan piştrast kir ku Hûsî dê ji bo êrîşkariya xwe ya li dijî Îsraîlê, bedelên pir giran bidin.
Di heman demê de, Hûsiyan hişyarî da ku ew ê jî bersiva êrîşan bidin.