Hêzên Hikûmeta Demkî ya Sûriyê di 13’ê Tîrmeha 2025`an de de bi piştgiriya hin kesên bi navê eşîrên Ereb û bedewî li dijî civaka Durzî komkujî pêkanîn.
Tevî agirbesta ku hatiye ragihandin jî heta niha êriş û binpêkirinên li dijî Durziyan didomin.
îro li ser rêya Şam û Siwêda otobuseke rêwiyan ji hêla çekdaran ve rastî gulebaranê hat, di encamê de 2 kes hatin kuştin û 6 kes birîndar bûn.
Li gorî agahiyên destpêkê di vê bûyerê de jina ciwan a bi navê Aya Selam û ciwanê bi navê Kemal Ebdilbaqî hatine qetilkirin.
Her wiha hate diyar kirin ku kesên birîndar bo nexweşxaneyên Siwêdayê hatine veguhestin û rewşa wan di bin çavdêriyê de ye.
Hikmet El Hicrî: Mafê çarenûsa xelkê Siwêdayê mafekî bêveger e
Li aliyê din hemwexte van êrişan Serokê Rûhanî yê Civaka Durziyan şêx Hikmet El Hicrî li gel kanala "Skya News Arebiye" li ser rewş û pêşdeçûnên dawîn ên li Siwêdayê axivî û got: "Mafê çarenûsa ya xelkê Siwêdayê mafekî bêveger e."
El Hicrî: Em daxwaza serxwebûna tam a Siwêdayê dikin
Hikmet El Hicrî anî ziman ku Vîzyona wan li ser bingeha serxwebûna tam a parêzgeha Siwêdayê ye.
El Hicrî diyar kir ku Hejmara revandî û windayên ji xelkê herêmê wan 600 kes e û di nav wan de jî jin hene û hikumeta Şamê her dan û standinên der barê wan de asteng dike.
Serokê Rûhanî yê Civaka Durziyan destnîşan kir ku hikûmeta li Şamê hîna pabendî valakirina gundên wêrankirî nebûye û bi berevajîkirina rastiyan ve girêdayî ye.
Hikmet El Hicrî :Pêwîstî bi eşkerakirina rastiya qewimî heye
Şêx Hikmet El Hicrî bang li civaka navneteweyî kir ku qîrkirina ku xelkê Siwêdayê pê re rû bi rû mabû nas bike û wiha lê zêde kir: "Pêwîstî bi aşkerakirina rastiya qewimî heye."
Li ser bingeha mezhebî Siwêda ji hêla hêzên hikûmeta veguhêz a Sûriyeyê û komên çekdar ên girêdayî wê ve di êrişeke leşkerî re derbas bû, di encamê de bi sedan welatî bûn qurbanî û zêdetirî 200 kes li meydanan hatin qetilkirin.
Di hefteya derbasbûyî de, Komîteya Lêpirsîna Rastiyan a girêdayî Komîteya Serbixwe ya Navneteweyî Sûriyê dest bi qonaxa duyemîn a lêpirsînan li Siwêdayê kir.
Komîteyê li îfadeyên malbatên qurbaniyan û kesên ji ber êrişên leşkerî yên Tîrmeha borî de zirar dîtine, guhdarî dike.
Komîteya Lêpirsîna Rastiyan aşkera kir ku ew ê encamên lêpirsînan, piştî bi dawî kirin tavilê di raporeke fermî de aşkera bikin.