Darizandina 'Celadê Nugreselmanê yê Enfalê hat bipaşxistin

Rûniştina darizandina Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî ku wekî “Celadê Nugreselmanê” yê Enfalê tê naskirin, ji bo hefteya bê hat bipaşxistin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Rûniştina yekem a darizandina Celadê Enfalê, Ecac Ehmed Herdan Tikrîtî di 7`ê Gulanê de li Dadgeha Resafeyê ya Bexdayê hat lidarxistin.

Di rûniştina ku 4 demjimêran dewam kir de, 28 kesên ku ji Enfalê rizgar bûne wekî dozger û şahid li dijî tawanbar şahidî dan.

Tawanbarê ku cilên zer ên girtîgehê li xwe kiribû, dema ku gilîker diaxivîn gelekî aloz bû û destên wî dilerziyan.

Di rûniştinê de, îfadeyên derdora 28 gilîkeran hatin wergirtin.

Hat zanîn ku di rûniştinê de yek ji jinên gilîker berê xwe da Ecac û jê re got:

“Ka li rûyê min binêre! Dema ku ez tenê 11 salî bûm û te bi kabloyan li min dida, sûcê min çi bû?”

Ecac li hemberî vê pirsê bê deng ma û tenê serê xwe zivirand.

Wî çend caran hewl da ku gotinên zêde bike, lê ji aliyê serokê dadgehê ve rê li ber wî hat girtin.

Ecac li ber dadwer li xwe mikur hat, ku ew birêvebirê ewlehiya Nugreselmanê bûye, lê hemû sûcên êşkence û kuştinê red kirin.

Dadwer tekez kir ku hemû dosye û belge li ber destê wan in, û Ecac nikare xwe ji tawana xilas bike.

Li gorî agahiyan, darizandina Ecac Tikrîtî ji bo 14`ê Gulana 2026`an hat paşxistin.

Bipaşxistina rûniştinê li ser daxwaza tawanbar bû, da ku ew li gotinên xwe binêre û lêkolînê li ser belgeyan bike.

14`ê vê mehê dadgeh careke din dê bicive û tê çaverêkirin ku di vê rûniştinê de dosyeya “Celadê Nugreselmanê” dê bigihêje encamekê.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye