Hikûmeta Veguhêz a Sûriyeyê rêxistinên jinan, hêzên siyasî û civakî red dike, bi vê yekê jî rewşa demokratîk asteng dibe.
Di derbarê vê mijarê de Cîgira Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed axivî.
Canda Mihmed anî ziman ku Sûriye ber bi pêvajoyeke hesas û xeter ve diçe, ji ber ku heya roja îro Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê gelek biryar, konferans û nasnameya dîtbarî ragihand lê hemû jî yekalî girtine dest .
Canda Mihemed: Hikûmeta vegûhêz mafê jinan û pêkhateyan red dike
Canda Mihemed diyar kir ku gelê Sûriyeyê li hember rejîma Baasê derdiket ji ber ku sîstema wan mafên gelan misoger nedikir.
Niha jî Hikûmeta Veguhêz ya Sûriyeyê hemû rêxistinên jinan, hêzên siyasî û civakî red dikin, lewma rewşa Sûriyeyê ber bi çareseriyê ve naçe.
Gelên Sûriyeyê her tim dixwestin ku destûrek demokratîk tê de mafên jinan û hemû pêkhateyan were parastin.
``Rê û rêbazên htş`ê ne li gorî daxwazên gelên sûriyê ne``
Canda dest nîşan kir ku rê û rêbazên HTŞ’ê ku li Sûriyeyê bi kar tînin ne li gorî hêvî û daxwazên gelên Sûriyeyê ne û wiha domand:
``Gerek kongreyeke neteweyî berfireh ku hemû reng, hêzên siyasî û civakî yên Sûriyeyê tê de amade bibin û ji bo Sûriyeke nû ya ku binegha wê wekhevî be bê avakirin.``
Canda Mihemed: Pêwîste rola jinan di pêvajoyê de hebe
Cîgira Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk diyar kir ku pêvajoya li Sûriyeyê, pêvajoyeke tundîtir e û dibêje: ``Ji bo Sûriyeyek wekhev bê avakirin pêwîste rola jinan jî di pêvajoyê de hebe. ``
``Siyaseta hikûmeta veguhêz li dijî jinan e``
Her wiha Canda Mihemed da zanîn ku siyaseta ku hikûmeta Şamê dimeşîne du alî ye yek di hundirê rêveberiya Şamê de rola jinê di hemû qadan de hatiye redkirin, ya din jî jin rastî kuştin, destdirêjî û revandinê tên.
``Heta nûnertiya rast ji bo jinan neyê kirin dê rewş wiha bimîne``
Di dawiyê de Cîgira Hevseroka Meclîsa Sûriyeya Demokratîk Canda Mihemed got: ``Heta ku nûnertiya rast û durist ji jinên Sûriyeyê re di hemû qadên jiyan û biryardariyê de tune be wê rewş wiha bimîne.``