Girtiyekî 32 salî yê serhildana Jîna Emînî li Îranê hat darvekirin

Îro li zindaneke Esfehanê, girtiyekî serhildana Jîna Emînî ji aliyê hikûmeta Îranê ve hat darvekirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a dadweriya Îranê "Mîzan" ragihand ku Mehran Behremiyan di nav wan kesan de bû ku di Kanûna 2022'an de êrîşî wesayîta hêzên ewlehiyê li herêma Semirom a parêzgeha Esfehanê kiribûn, ku di encamê de karmendê ewlehiyê Mohsen Rezayî hatibû kuştin.

Saziyên mafên mirovan jî dibêjin ku rayedar pir caran ji bo darizandina girtiyan, xwe dispêrin îtîrafên bi zorê yên ku di bin îşkenceyê de hatine wergirtin.

Mehran Behremiyan di sala 1993`an de ji dayik bibû û di sala 2022`an de ji aliyê Supaya Pasdaran ve hatibû girtin û îro jî hat darvekirin.

 

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24