Di roja 662emîn a şerê tunekirinê li ser Şerîda Xezzeyê de, çavkaniyên nexweşxaneyên Xezeyê ragihandin ku ji sibeha îro ve 51 kes ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hatine kuştin, di nav wan de 11 kesên ku alîkarî dixwestin.
Çavdêriya Birçîbûna Cîhanî îro got ku senaryoyek xirab a birçîbûnê niha li Şerîda Xezeyê diqewime.
Rapora Dabeşkirina Qonaxa Ewlekariya Xwarinê ya Yekgirtî (IPC) piştrast kir ku delîl hene birçîbûna berfireh, kêmbûna xwarinê û nexweşî dibin sedema zêdebûna mirinan.
Ji aliyekî din hat ragihandin kamiyonên alîkarîyê yên gihîştibûn Xezeyê têra hemû welatiyan nekir.