Coşa ji bo Cejna Newrozê, ku îsal li zêdetirî 50 cihan bi dirûşmeya "Newroza Azadî û Demokrasiyê" tê pîrozkirin, berdewam dike.
Pîrozbahiyên Cejna Newrozê, ku dihat payîn îro bihatana lidarxistin, ji bo demek din hatin paşxistin.
Barana ku ji şeva borî ve dibare, li deverên ku pîrozbahî lê dihatin lidarxistin av kom bûye û tê payîn ku baran tevahiya rojê wê bidome.
Dîroka nû ya pîrozbahiyan dê di rojên pêş de were ragihandin.