Ji ber şerê Amerîka û Îsraîl li dijî rêjîma Îranê, şerê di navbera Rûsya û Ûkraynayê tê jibîrkirin.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky di hevpeyvînekê de bi CNN´ê re got ku; Rûsya dronan dide Îranê da ku li dijî Dewletên Yekbûyî û Îsraîlê bikar bîne.
Volodymyr Zelensky diyar kir ku bikaranîna dronên ku Rûsyayê çêkiriye ji aliyê Îranê ve, ji bo êrîşkirina ser baregehên Amerîkî "sedî sed rast e".
Zelensky: Şerê li Rojhilata Navîn ne di berjewendiya Ûkraynayê de ye
Volodymyr destnîşan kir ku ew guhertina li Rojhilata Navîn fêm dike, lê ev yek ne di berjewendiya Ûkraynayê de ye.
Zelensky di axaftina xwe de bi xwendekarên Zanîngeha Sciences Po ya Parîsê re anî ziman ku di şerê li Rojhilata Navîn de tiştekî baş ji bo Ûkraynayê tune.
Volodymyr Zelensky dazanîn ku Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê xwestiye ku gera dawî ya danûstandinên sêalî yên li ser çareserkirina nakokiya çar salî ya di navbera Ûkrayna û Rûsyayê de paş bixe.
Li gorê Reuters, şandeya Ûkraynî amade bû ku li Miami an Washingtonê bicive, lê Rûsyayê ev pêşniyar red kir û li şûna wê Tirkiye an Swîsre pêşniyar kir.
Serokê Ûkraynayê Volodymyr Zelensky ji bo pêşinyara Rûsyayê wiha got:
“Em amade ne ku hefteya bê bicivin, em amade ne ku li Amerîka, li Swîsre, li Tirkiyê û heta li Îmaratê jî bicivin, heke ew netirsin.”