Her ku diçe Îsraîl bende kotirola xwe li Sûriyê berfirehtir dike.
Navenda Çavdêriya Mafê Mirovan a Sûriyê (SOHR) ragihand ku hêzeke leşkerî ya Îsraîlê ji 5 wesayîtan pêk dihat, derbasî gundê Semdaniye li gundewarê Quneyterayê bû.
Çavkaniyên herêmî jî eşkere kirin ku hêzên Îsraîlê li ser rêya Selam a li Quneyterayê xalek kontrolê danîne.
Her wiha hate zanîn ku ev benda kontrolê tenê, 40 kîlometreyan dûrî Şamê ye.
Li gorî Ajansa Nûçeyan a Sûrî (SANA), hêzek din ketiye nav gundê Ofaniyayê yê Quneyterayê, serdegirtin û lêgerîn li du malan kiriye û pişt re ji gund vekişiyaye.
Li Lubnanê di êrîşa Îsraîlê de 2 endamên Hizbullahê hatin kuştin
Hêzên Îsraîlê ne tenê li Sûriyê, li Lubnanê êreşên xwe didomîne. Hat ragihandin ku êvara şemiyê balafireke bêmirov a Îsraîlê otomobîleke di navbera Qaqaiye El Cisir û Zoterê ya Rojavayê başûrê Lubnanê de, hedef girtiye û di encemê de endamekî Hizbullahê hatiye kuştin.
Di heman demê de, li bajarokê Toul a li parêzgeha Nebetiye jî Îsraîlê bi balafireke bêmirov êrîşî otomobîlekê kir.
Derbarê êrîşa li li bajarokê Toul a li parêzgeha Nebetiye de Artêşa Îsraîlê da xuya û da zanîn ku wan fermandarê lojîstîkê yê Fermandariya Eniya Başûr a Hizbullahê, Ebas Hesen Karkî kuştine.