Navenda Çavdêriya Mafên Mirovan a Sûriyê ragihand ku li gundê El Bû Hemdan ê rojhilatê Reqayê ji ber bahoza baranê ya ku berbanga îro li herêmê rabûye, banê xaniyekî hilweşiya.
Çavdêriyê diyar kir ku di encama hilweşîna bane xanî de ji malbatekê 4 zarokan jiyana xwe ji dest da.
Li gorî jêdera Meha borî jî, li Eyn Îsa ya li Lazqiyê ji ber barîna barana zêde 2 zarok jiyana xwe ji dest dan.