Îsraîlê kuştina Ebû Ubeyda ragihand

Duh, Îsraîlê tekez kir ku hêzên wan berdevkê Lîwayên Qassam, baskê leşkerî yê Hemasê, Ebû Ubeyda kuştiye. Îsraîlê beriya çend mehan kuştina Mihemed Sînwar ragihandibû, îro jî Hemas bi daxuyaniyekê, kuştina fermandarê xwe yê leşkerî li Xezeyê pişterast kir. Îsraîlê jî, kuştina leşkerekî xwe ragihand û hejmera kuştiyên xwe yê giştî diyar kir.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ev demeke dirêje ku şer û pevçûn di nevera Îsraîl û Hemasê de diqewime, gelek birîndar û kuştî ji her du aliyan çêbûn.

Rojnameya Îsraîlî Israel Hayom, ragihand ku duh, Îsraîlê êrîşeke hewayî li ser apartmanek li taxa Rîmal a bajarê Xezayê pêk anî.

Îsraîlê armanc xwe ji vê êrîşê, kuştina Ebû Ubeyda, berdevkê Lîwayên Qassam, baskê leşkerî yê Hemasê bû.

Rojnameya Îsraîlî da xuyakirin ku texmînên artêşa Îsraîlê, piştrast dikin ku "Ebû Ubeyda" hatiye kuştin.

 

Hemas kuştina Mihemed Sinwar piştrast kir

 

Beriya çend mehan, Îsraîlê ragihandibû ku hêzên wan fermandarê Hemasê yê leşkerî, Mihemed Sînwar, di êrîşeke esmanî de, li Xan Yûnis, kuştiye.

Duh jî, Hamasê mirina fermandarê xwe yê leşkerî li Xezeyê, Mihemed Sînwar, piştrast kir.

Hin Çavkaniyan eşker kirin ku malbata Ebû Ubeyda û rêberên Lîwayên Qassam, cenazeyê wî muayeneya kirin û mirina wî piştrast kirin.

Mihemed Sinwar birayê biçûk ê Yehya Sinwar e, ew yek ji endezyarên tunelên Gazeyê ye û wî projeyên herî mezin ji bo avakirina tora tunelên bin erdê pêk anî.

 

Artêşa Îsraîlê mirina serbazekî xwe ragihand

 

Li aliyekî din jî, duh, artêşa Îsraîlê mirina serbazekî xwe ya mezin, li başûrê Xezzeyê ragihand.

Artêşê diyar kir ku ew li Şîrketa Lojîstîkê ya Fîrmeya 36an a 2036an kar dikir û li başûrê Xezeyê, di operasyoneke asmanî de jiyana xwe ji dest da.

 

Ji destpêka şer ve 900 leşkerên Îsraîlê mirine

 

Li gorî malpera fermî ya artêşa Îsraîlê, ji destpêka şerê Îsraîlê li ser Xezeyê, ya ku di 7ê Cotmeha 2023an de despêkiribû, hejmara kuştiyên Îsraîlê gîhîştiye 900 kesî.

Nûçeyên têkildar

DERBARÊ ME DE

test footer content

PEYWENDÎ

MEDÎA CIVAKÎ

© 2025 – Nuce 24