Binpêkirinên li dijî Elewiyan li Sûriyê berdewam dikin

Ji dema hilweşîna rêjma Baas`ê ve rewşa pêkhateyên Elewî her ku diçe xirabtir dibe. Li gorî çavkaniya Nûçe Tv ya ji perava sûriyê got:" Di nava du rojan de hejmara şehîdên di komkujiyên peravê de gihîşt 36,000 kesî."

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Elewî yan jî El- Nesryûn mezhebek ji mezhebên olî ye, ku li ser destê Mihemed Bin Nesîr di sedsala 9`an ya P.Z de li Başûrê Iraqê hatiye damezrandin.Bingeha Elewîyan vedigere mezheba Şîî ya Îslamî, lê baweriya wan bi awayekî serbixwe bi pêş ket û bi vê yekê ji mezheba Şîî ya kevneşopî cuda bûye.


Elewiyan bi alîkariya Ferensiyê yekem dewleta xwe ava kirin.

Di dema dagirkirina Sûriyê ji aliyê Fransayê ve, bi alîkariya mîtîngeriya Fransiyan, Elewiyan yekem dewleta xwe ava kir. 

Piştî serxwebûna Sûriyê ji Fransiyan êdî Elewî ne xwedî çavkaniyên aborî û kûrahiyên erdenîgarî yên têrker bûn.

Elewiyan roleke girîng di hikûmet û desthilata Sûryê de dilîstin

Di serdema Rêjîma Baas`ê ku ji sala 1963- 2024`an berdewam kir, serdema zêrîn a dîroka siyasî ya nûjen a Elewiyan bû, roleke girîng di Hikûmet û desthilata Sûriyê de dilîstin.

Her wiha Elewiyan pozîsyonên hesas digirtin li ser milê xwe, li ser Polîs û Artêşê jî serdest bûn.

Pêkhateyên Elewî yên li Sûriyê, cihê xwe li parêzgehên Şam, Lazqiya, Tertûs, Hema û Humsê digrin.

Li gorî amarên dawî yên her welatekî hejmara Elewiyan li cîhanê  wiha ye:

Li Sûriyê di navbera 2- 3 milyon Elewî hene.

Li Tirkiyê nêzî 500 hezar Elewî hene.

li Arjantînê jî 180 hezar, li Almanyayê 70 hezar, Awistralya 43 hezar . Li Lubnanê ji 50- 100 hezar Elewî hene.  


 
Bi qonaxa nû re rewşa Elewiyan ket metirsiyê 

Piştî hilweşîna Rêjîma Baas`ê ya di 8`ê kanûna 2024`an de û bi hatina Hikûmeta Veguhêz a Şamê re, Sûriyê derbasî qonaxeke nû bû.

Di vê qonaxa nû de rewşa pêkhateyên Sûriyê bi taybet ên Elwî û Durzî ket metirsiyeke mezin. 


 
Ji Adara 2025an de binpêkirin li dijî Elewiyan berdewam dikin

Ji 6-10`ê adara 2025`an de êrîşên li dijî Elewiyan dest pê kirin ku bi dehan binpêkirin û komkujî  li 40 deverên cuda yên Elewiyan pêk hatin.

Elewî bi  hêviya dewleteke maf parêz bû

‏Têkildarî mijarê çavkaniya me ya ji Perava Sûriya (M.S) ragihand ku piştî hilweşîna rêjîma Baas û hatina Hikûmeta Veguhêz, Elewiyên sivîl û leşker, çekên xwe radest kirin, bi hêviya dewletek ku hebûna wan wekî welatiyên din biparêze lê berevajî wê komkujî qewimîn.

"Bi zimanekî li dijî mirovahiyê heqaret li dijî Elewiyan hat kirin" 

M.S ji Nûçe Tv re got: "Li kolanan provakasyonan dest pê kirin, bi zimanekî ku li dijî Îslam û mirovahiyê heqaret li dijî tevahiya civaka Elewî hat kirin.‏"

Çavkaniya me diyar kir ku , tenê ji ber ku ew Elewî ne, her roj jin, ciwan û xortên wan tên kuştin û revandin û wiha berdewam kir: 

"Di meha rehmetê de êrîşên hovane li ser me hat kirin"

Bi taybet di meha adara 2025`an de ku wek meha rehmetê tê nasîn tê de êrîşên hovane li ser me hate kirin û hîn jî ev tişt berdewam dike.

‏Çavkaniyê  destnîşan kir ku girûpên çekdar bi zanebûn gule li her kesî reşandin, her wiha  zarok, jin, kal, pîr, û xort direvandin û dikuştin.

Çavkaniya ji Peravê: 36 hezar kes hatin kuştin 

‏Çavkanya me ya ji Perava Sûriya (M.S) got:" Amarên herî dawî yên hatine tomarkirin, nîşan didin ku  tenê di du rojan de hejmara şehîdên di komkujiyên peravê de gihîştiye 36,000 kesî û cenazeyên me çar rojan li kolanan man.”

M.S eşkere kir ku  heta roja îro, Elewî nikarin derfetên kar bidest bixin.

75 hezar Ewleî di girtîgeha de ne

Herî dawî çavkaniya me ya ji perava Sûriyê destîşan kir ku 75,000 mêr û kurên Elewî di navendên ragirtinê û zindanan de ne û êşkence li wan tê kirin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye