Artêşê bi daxuyaniyekê eşkere kir ku wan nuqteyên Hizbullahê kirine hedef û wiha lê zêde kir:
“Me li navendeke perwerdehiyê ya Hêza Ridwan a girêdayê Hizbullah û tesîsên leşkerî yên wê xist.
Ajansa nûçeyan a neteweyî ya Libnanê eşkere kir ku ji ber van êrîşan gelek xanîyan zirar dîtin
Par di navbera Îsraîl û Libnanê de peymaneke agirbestê hatibû îmzekirin.
Tevlî xalên peymanê jî Îsraîl êrîşên xwe didomîne û ji 5 deverên li başûrê welêt hêzên xwe venakşîne.