Kuweyt: 2 leşkerên me di êrîşên Îranê de hatin kuştin

Wezareta Karên Hundir a Kuweytê ragihand ku du leşkerên wan ên payebilind di êrîşa Îranê de hatine kuştin

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ji ber ku mûşekên Îranê nagihêjin Amerîkayê, ji roja destpêkê ya şer ve, Îran baregehên Amerîkayê yên li welatên Kendavê, dike armanc.

 

Wezareta Karên Navxwe a Kuweytê ragihand ku du leşkerên wan ên payebilind di êrîşa Îranê de hatine kuştin.

 

Wezaretên parastin û karên navxwe yên Kuweytê ragihandin ku welatê wan rûbirûyî pêleke êrîşên mûşek û dronan bûye.

 

Di encama wan êrişan de efserên bi navên "Muqedem Rukn Ebdulah Îmad Şerah" û "Raîd Fehed Ebdulazîz Mucemed" mirine.

 

Wan her du efseran di Birêvebiriya Ewlehiya Sînorên Bejahî de kar dikirin.

 

Her wiha Berdevkê Wezareta Parastinê ya Kuweytê Rukin Sûd Ebdulezîz Etwan ragihand ku sîstemên wan ên parastina asmanî sê mûşekên balîstîk têk birine.

 

Etwan diyar kir ku sîstemên parastinê û balafirên şer ên Hêza Asmanî hîn jî li ber xwe didin da ku asmanê welat biparêzin.

 

Li gorî daxuyaniya Wezareta Parastinê ya Kuweytê, dronekê rasterast li depoyên sotemeniyê yên Balafirgeha Navneteweyî ya Kuweytê xistiye.

 

Ji ber ketina bermahiyên mûşekên têkbirî zerera madî gihiştiye hinek saziyên sivîl jî.

 

Serokerkaniya Giştî ya Artêşa Kuweytê bangî welatiyan kir ku li gorî rênimayên ewlehiyê tevbigerin û got:

 

"Dengên teqînên ku tên bihîstin, encama têkbirina armancên dijmin in ku ji aliyê sîstemên me yên parastinê ve tên xistin."

 

 

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye