Îsraîl li Beyrûtê, fermandarên payebilind ên Îranê dike hedef

Li paytexta Libnanê Beyrûtê, otêlek ji aliyê hêzên Îsraîlê ve hat hedefgirtin. Di encama vê êrîşê de, 4 kes hatin kuştin û 10 kesên din jî birîndar bûn. Ev cara yekem e, navenda Beyrûtê di dema destpêka şerê nû yê li dijî Îranê de, hatiye armanckirin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Şerê Îsraîl- Amerîkayê yê li dijî Îranê berferhtir dibe û Libnan bûye qedeke duyemîn ê şerê Îranê.

Bi awayekî rojane hêzên Îsraîlê, êrîşî başûrê Libnanê dikin.

Di encama van êrîşan de, kuştî û birîndar çêdibin.

Herî dawîyê jî, artêşa Îsraîlê îro, ragihand ku wan li otêleke li Beyrûtê, fermandarên payebilind ên Hêza Qudsê ya Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê kirine hedef.

Artêşa Îsraîlê di daxuyaniyekê de diyar kir ku şaxê Lubnanî ya Hêza Quds wekî kanalek ragihandinê di navbera Sipaha Pasdarên Şoreşa Îranê û Hizbullahê de kar dike.

Di daxuyaniyê de hat destnîşankirin ku serkirdeyên Hêza Qudsê yên ku li otêlê hatine hedefgirtin "ji Lubnanê ve li dijî Îsraîlê êrîş plan dikirin".

Berdevkê artêşa Îsraîlê da xuyakirin ku hêzên wan nahêle ku hêmanên terorîst ên Îranî li axa Lubnanê bicîh bibin û wiha anî ziman:

"Dê Hêzên Îsraîlê operasyonên leşkerî, li ser hedefgirtin û jiholêrakirina rêberên rejîma terorîst a Îranê li her deverê ku ew lê dixebitin, berdewam bikin."

 

Îsraîlê li Beyrûtê otelek kir armanc

 

Her wiha Wezareta Tenduristiyê ya Libnanê ragihand ku di êrîşa hewayî ya Îsraîlê de li ser otêlekê li herêma Raûçe ya Beyrûtê 4 kes mirin û 10 kes jî birîndar bûn.

Otêl kesên bê war ên ku ji şerê li başûrê Lubnanê reviyane, dihewîne û hin ji wan ji tirsa êrîşên asmanî yên din avahiyê terk dikin.

 

Li başûrê Lubnanê 8 kes hatin kuştin

 

Her wekî din jî, wezaretê da xuyakirin ku di êrîşa Îsraîlê ya li ser bajarokê Xirbet Selm de, 6 kes hatine kuştin û li bajarokê Kefr Rumman 2 kes hatine kuştin.

Rêze êrîşên Îsraîlê zêdetirî 20 bajarok û gund li başûrê Lubnanê kirine hedef.

Ev yekem êrîş e ku Îsraîl navenda Beyrûtê hedef digire, ji dema ku hefteya borî ji nû ve şer di navbera Îsraîl û Hizbullah de dest pê kir.

 

 

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye