Hunermenda Kurd Pinar Aydinlar di çarçoveya lêpirsîna Kongreya Demokratîk a Gelan (HDK) de dihat darizandin.
Rûniştina dozê li Dadgeha 13'emîn a Cezaya Giran a Stenbolê hat lidarxistin.
Dadgehê bi tohmetên “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezaya girtîgehê li Pınar Aydınlarê birî. Her wiha qedexeya derketina derveyî welêt danî ser wê.
"Hewil didin bi zorê min bikin endama rêxistinê"
Pinar Aydinlarê tohmetên li wê hatine kirin red kirin û got:
“HDK'yî bûn ne sûc e. Ez ne HDK'yî me lê eger ez bûma jî min red nedikir.”
Pinar Aydinlarê piştî biryarê got: "Hewl dan ku bi zorê min bikin endama rêxistinê. Em vê biryarê qebûl nakin û em dê îtiraz bikin.”