Helgurd Şêx Necîb di daxuyaniyeke çapemeniyê de ragihand ku ciwanê bi navê wî Rêbaz Silêman Herkî, dema li sînorê bajarokê Sîdekanê şivandî dikir, ji aliyê Artêşa Pasdarên Îranê ve hat gulebarankirin.
Li gorî agahiyan, hêzên çekdar ên Îranê cenazeyê wî û 850 pez desteser kirine.
Navçeyên sînorî yên di navbera Başûrê Kurdistanê û Îranê de, bi taybetî li sînorê bajarokê Sîdekanê, weke navçeyên metirsîdar ji bo niştecih û kolberên navçeyê tê dîtin.
Jiyana gundî, koçer û şivanên li van navçeyan ketiye bin metirsiyeke berdewam a hêzên çekdar ên Îranê.