Berpirsyar û polîsên Pakistanê eşkere kirin ku duh êvarê, piştî çend erdhejan, zêdetirî 200 girtî ji girtîgeheke bajarê Keraçî ku li başûrê Pakistanê dikeve reviyan e. Di nav wan de gelek kesên kû ji ber tiryakê girtîbûn hebûn. Girtî piştî destûr ji wan re hat dayîn ku ji hucreyên xwe derkevin reviyan.
Wezîrê dadê yê Herêma Sened Diyaa Elhesen Lancar got ku revîna girtiyan di nîvê şevê de destpê kir, heta seetên serê sibehê berdewam kir.
Fermandarê Polîsê Herêmî Gulam Nebî Meymûn diyar kir ku piştî girtiyan çekên karmendên girtîgehê desteser kirin, girtiyek hat kuştin û 3 jî birîndar bûn.
Li gorî Reutersê ev revîn yek ji mezintirîn revînên zindanê di dîroka Pakistanê de ye.
Rêveberê girtîgehê Arşad Şah got ku di girtîgehê de kamîreyên çavdêriyê tune ne û hejmara polîsên ku bi şevê girtîgehê diparêzin, tenê 28 kes bûn.
Li gorî Reutersê Serokwezîrê Herêmê ragihand ku destûrdayîna derketina ji hucreyên girtiyan ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve şaşiyeke mezin bû, wî bang li wan girtiyên reviyayî kir ku xwe teslîm bikin an jî dê bi tawanênê girantir rû bi rû bimînin.
Medya Xalid