Di daxuyaniyeke nivîskî de ku roja Înê hat belavkirin, Hikûmeta Kanada eşkere kir ku li gor vê biryarê, navê HTŞê jî ji nav lîsteya rêxistinên terorîst hatiye derxistin.
Hikûmeta Kanada ragihand ku ev gav li gor biryarên Brîtanya û Amerîka hatiye avêtin, her wiha di wê çarçoveyê de jî tê ku Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê berê xwe daye parastina aramî û ewlehiya welatiyên xwe.
Ji aliyê xwe ve jî Wezareta Karên Derve ya Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê ev biryar wek pêşketineke erênî binav kir û daxuyakirin ku niha deriyekî nû li ber têkiliyên di navbera Ottawa û Şamê de hat vekirin.