Amerîkayê êrîşeke asmanî li dijî operasyona bêpîlot a Îranê ya nêzîkî Tengava Hurmizê pêk anî.
Serokê Amerîkayê Donald Trump rapora ku digot ew bi Tehranê re nêzîkî rêkeftinekê ne, red kir.
Pîştî wê jî, Fermandariya Navendî ya Amerîkayê li ser malpera X’ê bi postekê ragihand ku hêzên Amerîkayê pênc dronên Îranê asteng kirine.
Her wiha Fermandariyê da zanîn ku wan nehiştiye drona şeşem ji navendeke kontrolkirina bejayî ya li Bender Ebas a Îranê derkeve.
Piştire Îranê jî êrîşî baregeha asmanî ya Amerîkayê ya li Kuweytê kir.
Li aliyekî din, Wezareta Karên Derve ya Kuweytê êrîşên ku Îranê bi mûşek û dronan li dijî axa wê pêk anîne, şermezar kir.
Îranê bi mûşek û dronan êrîşî Kuweytê kir
Di daxuyaniyekê de, wezaretê diyar kir ku ew daxwaz dike ku Îran yekser û bê şert û merc van êrîşên hovane rawestîne.
Daxuyaniyê nîşan da ku welat mafê xwe yê bersivdanê diparêze û got:
"Wezaret tekez dike ku Kuweyt mafê xwe yê tevahî diparêze ku hemû tedbîrên pêwîst bigire, da ku ewlehiya axa xwe biparêze."
Artêşa Kuweytê ragihand ku berevaniya asmanî wê rê li ber mûşek û dronan bigire.
Axios: Washington û Tehran gihaştine rêkeftinekê lê li benda erêkirina Trump in
Li gorî rapora Axiosê, Washington û Tehran ji bo dirêjkirina agirbestê û destpêkirina danûstandinan li ser mijara nukleerî li hev kirine, tenê li bendê ne ku serokê Amerîkayê erê bike.
Her wiha her du aliyan li hev kiriye ku heta 60 rojî agirbestê dirêj bikin.
Li gorî raporê, naveroka dan û standinan misogeriya azadiya deryayî li Tengava Hurmizê û destpêkirina rakirina hêdî ya dorpêça deryayî li ser benderên Îranê ye.
Lê merc ew e ku Tehran pabend be ku çeka nukleerî bi pêş nexe û bikeve dan û standinên der barê uranyuma dewlemendkirî de.
Her wiha di naveroka rêkeftinê de sivikkirina cezayên Amerîkayê û rakirina blokeyê ji ser pereyên Îranê hat gotûbêjkirin.
Lê Trump 2 roj dem xwest beriya dayîna biryara dawî ya îmzekirinê.
Çavkaniyekî dîplomatîk ji Hadasê re diyar kiriye ku peymana di navbera Washington û Tehranê de wê li ser du qonaxan were bicihanîn.
Heman çavkaniyê destnîşan kir ku qonaxa yekem îmzekirina peymana têgihîştinê vedihewîne û wê Pakistan şahidiyê bike.