Li Fransa 'Êlek Zeran' dê dîsa derkevin kolanan

Xwepêşanderên “Êlek Zeran” li Fransa dê di 17`ê cotmehê de, li zêdetirî hezar cihan, bi taybetî li Parîsê, dakevin kolanan da ku li dijî lêçûnên bilind ên jiyanê û bilindbûna buhayê sotemeniyê protesto bikin. Tê payîn ku xwendekarên ku ji bo baştirkirina şert û mercên perwerdehiyê xwepêşandanê dikin jî tevlî xwepêşandanan bibin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Li Fransayê, ku ev hefteyek e ji ber xwepêşandanên xwendekarên lîseyê diheje, tevgera "Êlek Zeran" wê di 17`ê cotmehê de li zêdetirî hezar cihan li seranserê welêt li dijî lêçûna jiyanê ya bilind û bilindbûna buhayê sotemeniyê xwepêşandanan li dar bixe.

Di vê rojê de, xwepêşanderên "Êlek Zeran" plan dikin ku li navendên bajêr, benzînxaneyan, îstasyonên trênê, benderan, piran û xaçerêyan xwepêşandanan li dar bixin.

Tê payîn ku xwendekarên ku nêzîkî mehekê ye li ber dibistanên navîn û zanîngehan ji bo baştirkirina şert û mercên perwerdehiyê kom bûne, tevlî xwepêşandanên êlekzeran bibin.

Li gorî raporên çapemeniya neteweyî, îstîxbarata Fransî texmîn dike ku di navbera 50,000 û 100,000 kes dê beşdarî xwepêşandanên li bajarên derveyî Parîsê bibin.

Tevgera "Êlek Zeran" di sala 2018an de li Fransa dest pê kiribû û di destpêkê de li dijî zêdekirina bihayê sotemeniyê û lêçûnên jiyanê derketibû qadan.

Piştre daxwazên wê berfirehtir bûn û bû sedema protestoyên mezin li gelek bajarên welêt.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye