Li Çînê di teqîna kargeheke agirbaziyê de 21 kes mirin

Li Çînê kargeheke agirbaziyê teqiya. Di encamê de 21 kesî jiyana xwe ji dest da û 61 jî birîndar bûn. Xebatên rizgarkirinê jî li cihê teqînê dewam dikin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Ajansa nûçeyan a Çînê Xinhuayê ragihand ku li navenda Çînê di kargeheke agirbaziyê de teqîneke mezin çêbû.

Teqîn piştî nîvro li kargeha girêdayî şirketa Huashengê pêk hat.

Di teqînê de 21 kesî jiyana xwe ji dest da û 61 jî birîndar bûn.

Ev cih li bajarê Liuyangê yê girêdayî Changshaya paytexta parêzgeha Hunanê ye.

Rayedaran diyar kir ku xebatên rizgarkirinê yekser dest pê kiriye.

Zêdeyî 480 xebatkarî di nav 5 tîman de hatin bicihkirin û robotên taybet ên rizgarkirinê jî hatin bikaranîn.

Rayederan anî ziman ku cihê teqînê nêzîkî du depoyên barûdê bû û ji ber teqînên din tirs heye.

Ji bo tedbîrgirtinê, niştecihên derdorê hatin veguhastin û herêmeke ewlehiyê hat avakirin.

Tîmên rizgarkirinê qonaxa yekem a xebatên lêgerînê temam kir.

Wan hejmara miriyan piştrast kir û birîndar ji bo dermarkirinê veguhastin nexweşxaneyan.

Niha qonaxa duyem a xebatên lêgerînê didome.

Pisporên Wezareta Rêveberiya Rewşên Bilez ji bo alîkariya rizgarkirin û lêpirsînê çûn cihê bûyerê.

Polîsan rêveberê şirketê desteser kir.

Her wiha lêpirsîna rayedaran a li ser sedema teqînê didome.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye