Li Sûdanê di mehekê de 174 kes hatin kuştin

Li Sûdanê di encama şer û pevçûnên di nav mehekî de, herî kêm 174 kes hatin kuştin.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Li bajarê el-Faşerê yê Sûdanê di nava mehekê de herî kêm 174 kes hatin kuştin û 120 kesên din jî birîndar bûn.

Komîseriya Bilind a Mafên Mirovan a Neteweyên Yekbûyî, Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi kuştin û birîndarkirina sivîlan tewanbar kir.

Her wiha komîserê bilind da xuyakirin ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn nexweşxane, kampên koçberan û mizgeftan jî dike hedef û ev yek jî binpêkirineke eşkere ya dijî qanûna mafê mirovan a navneteweyî ye.

Laboratuara Lêkolîna Mirovan a Zanîngeha Yale eşkere kir ku Hêzên Piştgiriya Lezgîn bi zanebûn kampên koçberên sivîl ên dawîn ên di hundirê El Faşer de gelek êrîşên bi dron û topan hedef girtine.

Laboratûvarê destnîşan kir ku 60 gorên nû di nava hefteyekê de hatine dîtin û piraniya wan jin û zarok in.

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye