Li Brukselê, di Konferansa 20’emîn a Kurdî ya li Parlamentoya Ewropayê de, endama Şandeya Îmraliyê ya DEM Partiyê Pervîn Buldan beşdarî nîqaşan bû.
Pervîn Buldan: Domandina pêvajoyê divê bi garantiyên hiqûqî were parastin
Pervîn Buldan di destpêka axaftina xwe de bal kişand ser rola Yekîtiya Ewropayê di piştgirîkirina pêvajoya aştiyê de û got:
Hêvî ew e ku YE roleke çalak di pêşxistina pêvajoyê de bilîze.
Pêvajoya heyî dikare deriyê qonaxeke nû ji bo gelan, veke.
Çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn jî girîng e.
Pêvajoya aştiyê bi pêşeroja hevbeş a Tirkiyê û herêmê ve girêdayî ye.
Pervîn Buldan: Divê biryara MGK’ê bila bê lez were girtin
Pervîn Buldan di beşa herî girîng a axaftina xwe de daxwaz kir ku ji bo vekirina riya pêvajoyê, biryara Lijneya Ewlekariya Neteweyî ya Tirkiyê divê bi lez bê girtin û ev anî ziman:
Divê Qanûna Çarçoveyê bikeve meriyetê.
Komîsyonên pêwendîdar dest bi xebatên xwe bikin.
Divê Komîteya Şopandinê ya di Meclîsa Mezin a Neteweyî ya Tirkiyê de zû were avakirin.
Pervîn Buldan: Divê şertên xebata azad ên Ocalan bên peydakirin
Pervîn Buldan diyar kir ku divê Abdullah Ocalan di pêvajoya aştiyê û avakirina siyaseta demokratîk de jî roleke koordînasyonê bilîze û wiha domand:
Wekî ku Ocalan di qonaxa bêçekbûnê de roleke girîng lîst, divê di qonaxa avakirina siyasî û demokratîk de jî derfeta wî ya beşdarbûnê were peydakirin.
Divê şertên xebata azad ên Ocalan bêne misoger kirin.
Ew jî da ku ew bikaribe bi siyasetmedar û nûnerên civaka sivîl re hevdîtinan pêk bîne.
Domandina pêvajoyê divê bi garantiyên hiqûqî were parastin.
Bi vê axaftina Pervîn Buldan girîngiya avêtina gavên demokratîk, garantîkirina mafên bingehîn, bihêzkirina serweriya hiqûqê û domandina diyalogê wekî bingeha pêşxistina pêvajoya aştiyê derxist pêş.