QSD`ê nasnameya 2 Şehîdên xwe eşkere kir

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD’ê ragihand ku şervanên wan Hesen Şedadê û El Heyebî li Dêrazorê şehîd bûne.

NAVENDA NÛÇEYAN
reset font size increase font size

Hêzên Sûriya Demokratîk-QSD ji bo parastina gelên herêmê li dijî her cûre xeteriyan rojane berdîlên giran dide.

Navenda Ragihandinê ya Hêzên Sûriya Demokratîk (QSD) bi daxuyaniyekê şehadeta 2 şervanên xwe ragihand.

Navendê di derbarê şehadeta şervanên xwe de ev agahî da:

"Şerevanekî me dema bersiva êrişa şaneyên rêxistina terorîst a DAIŞ’ê dida, bombeyek bi erebeya wî ve teqiya û şehîd bû.

Şervanê me yê din dema li ser karê xwe bû di encama qezayeke leşkerî de şehîd bû."

QSD  di daxuyanîya xwe de sersaxî ji malbeta Şehîdan re xwest û got:

"Bila serê malbatên her du şehîdan û tevahiya malbatên şehîdên me sax be. Her şehadetek biryardariya me ya bilindkirina ala berxwedan û têkoşînê zêdetir dike."

Li gorî daxuyaniyê nasnameya Şehîdan wiha  ye:

Hesen El Nasir bi nasnav Hesen Şedadê ji Hesekê dayîkbûye û di 20ê Cotmeha 2025an de li Dêrazorê şehîd bûye.

HESEN EL NASIR

HESEN ŞEDADÊ

HESEKÊ

20 COTMEH 2025 - DEREZOR

Mihemed IIIêwî bi nasnav El Heyebî li Hesekê ji dayîkbûye di 20ê Cotmeha 2025an de li Dêrazorê şehîd bûye.

MIHEMED ILLÊWÎ

EL HEYEBÎ

HESEKÊ

20 COTMEH 2025 - DEREZOR

 

 

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye