Li Hesekê nivîsên Kurdî li ser tabloyên dikanan zêde dibin

Li bajarê Hesekê dikandarên ku tabeleyên dikanên xwe bi Zimanê Kurdî nivîsandine dibêjin: "Zimanê me nasname û hebûna me ye û em ê biparêzin." Her wiha bang li hemû dikandaran kirin ku xwedî li zimanê xwe derkevin û tabloyên xwe bi Kurdî binvisînin.

Navenda Nûçeyan
reset font size increase font size

Ji bo xwedîderketina li ziman û hebûna xwe, di demên dawî de nivîsandina tabloyan bi zimanê Kurdî zêde dibin.

Dikandarên bajarê Hesekê tabloyên dikanên xwe bi zimanê Kurdî dinivîsînin.

Malik Ehmed xwediyê Kompaniya Rohîn li bajarê Hesekê diyar kir ku Zimanê wan hebûna wan e, xwest ku her kes xwedî li zimanê xwe derkevin.

Her wiha xwediyê pêşangeha Ş. Şervan, Re`ed Mihemed jî dibêje ku zimanê Kurdî ji bo me pir girîng e û hêviya me ew e ku her kes bi zimanê Kurdî li kêleka zimanê Erebî binvîsin. 

Pirojeya Kembera Erebî ku di sala 1973'yan de ji aliyê rêjîma Baisê ya Sûriyê ve li parêzgeha Hesekê hat destpêkirin, hîn jî weke birîneke herî kûr û pirsgirêkeke hiqûqî-civakî ya Kurdan dimîne.

Weke berdewamî ji hişmediya Bais`ê, Hikûmeta Veguhêz jî hewil dide navên gund û bajarên Kurdan biguhere, li hember vê yekê xelkên bajaran heta tabloyên dikanên xwe bi Kurdî dinvîsînin.

Nûçeyên têkildar

Hevkarên Me

DERBARÊ ME DE

TV

  • Frequency: 12687 H 27500 (Nilesat)
  • Frequency: 11296 H 27500 (Hotbird)

MEDÎA CIVAKÎ

© 2026 – NÛÇE TV Hemû maf parastî ne. Nûçe Rastî ye