Ji ber ku Kurd ji aliyê desthilatan ve li ser axa xwe wekî xerîb tên hesibandin, gelê Kurd bi salan ji bo mafê xwe şer dike û li ber xwe dide.
Der barê vê yekê de, Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Keno ji ajansa ANHA`yê re axivî.
Kovan Keno di destpêkê de, behsa siyaseta ku li ser axa Kurdan hatiye meşandin kir û diyar kir ku bi vê yekê dixwestin hebûna Kurdan tune bikin.
Di heman demê de, Keno bal kişand ser kiryarên ku li çar perçeyên Kurdistanê li dijî Kurdan pêk tên û eşeker kir ku dijmin bi rêya meşandina siyaseta bê lihevkirinê ya di nava Kurdan de dixwaze Kurdan lawaz û bê maf bihêle.
Her wiha Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê partiyên Kurd rexne kir û dest nîşan kir ku tevî lidarxistina konferansa yekrêziya Kurdî jî, heta niha lawaztiyek di yekîtiya Kurdan de heye.
Di dawiyê de Sekreterê Partiya Roj a Demokrat a Kurd li Sûriyê Kovan Keno, ji hemû aliyên Kurdî daxwaz kir ku bi lihevkirin û hevgirtinê tevbigerin, da ku mafê hemû Kurdan were bidestxistin.