Konferansa Ewlehiyê ya Munîhê ya 62’yemîn bi beşdariya serokên gelek welatên cuda, li Munihê hat lidarxistin.
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî û Hevseroka Gerînendetiya Têkiliyên Derve ya Rêveberiya Xweser Îlham Ehmed beşdarî konferansê bûn.
Di çarçoveya konferansa Ewlehiyê de Mazlûm Ebdi û Îlham Ehmed li Almanyayê, bi Senatorê Amerîkî Lindsey Graham re civiyan.
Civîn bi serokatiya Senator Lindsey Graham bi rê ve çû.
Her wiha Senator Sheldon Whitehouse, Jackie Rosen, Peter Welch û Andy Kim jî beşdar bûn.
Mazlûm Ebdî : Şandeyê roleke girîng di piştgiriya doza Kurdî de lîstiye
Mazlûm Ebdî, diyar kir ku endamên şandeya Amerîkî di demên dawî de alîgirên herî berbiçav ên mafên gelê Kurd û QSD`ê ne.
Ebdî, da zanîn ku şandeyê roleke girîng di piştgiriya doza Kurdî de, hem ji aliyê siyasî û hem jî ji aliyê pratîkî ve lîstiye û wiha lê zêde kir:
"Pêşxistina çend inîsîyatîf û pêşnûmeyên qanûnî, bi taybet Qanûna Parstina Kurdan gaveke girîng e û piştgiriyeke zelal ji bo parastina maf û aramiyê nîşan dide."
Fermandarê Giştî yê QSD`ê Mazlûm Ebdî, ji bo piştgiriya wan a berdewam bo aramiya herêmê spasiya endamên Kongresê kir.
Graham: Washington dev ji destekdayîna Kurdan bernade
Senetorê Amerîkayê Lindsey Graham ji rojnamevanan re got ku DYA`yê dê wekî hevalbendekî di şerê li dijî DAIŞ'ê de şer bike û parastina gelê Kurd û piştgiriya wan bike.
Graham diyar kir ku Washington alîkarîdayîna Kurdan bernade.
Graham: Amerîkayê êrîşên li ser Kurdan rawestandin
Graham, da zanîn ku welatê wan êrîşên Hikûmeta Veguhêz a Sûriyê yên li dijî Kurdan rawestandiye û wiha got:
"Qanûneke Amerîkî heye ku her welatekî ku piştgiriyê bide êrîşên wiha dê ceza bike."
Senator Lindsey Graham xwediyê pêşnûmeya "Parastina Kurdan" e ku dê li Kongresa Amerîkayê were pêşkêşkirin.