Festîvala Çand û Xwezayê ya Kanîreşê, bi pêşbirka hespan a ku bi sedan kes beşdar bûn, dest pê kir.
Di pêşbirka li gundê Toxliyan de, gelek kes, di nav de nûnerên partiyên siyasî û rêxistinên civaka sivîl jî, beşdar bûn.
Nêzîkî 30 hespan di çar kategoriyan de pêşbirk kirin û 3 hespên herî serkeftî di her kategoriyekê de kûpa û madalyayên zêrîn wergirtin.
Piştî pêşbirka hespan, bi lêdana def û zirneyê dîlanên gelêrî yên kevneşopî hatin pêşkêşkirin.
Bernameya festîvalê ya îro dê bi paneleke ekolojiyê û pêşandana dengbêjiyê berdewam bike.